PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber zêdebûna nifûsa navenda bajêr û kêmbûna şînahiyê, bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê rûbirûyî qirêjiyeke zêde ya hewayê ye.
Mamosteyê Zanîngeha Dicle li Zankoya Fenê yê beşa Biyolojiyê Prof. Dr. Ahmet Kiliç ragihandiye ku kalîteya hewayê li bajarê Diyarbekirê ji ber sedemên zêdebûna nifûsa navendê, gazên bi zirar ên wesayîtan û sanayiyê û ji ber kêmbûna şînahiyê gelekî daketiye.
Prof. Kilic daye zanîn ku divê ji bo başkirina kalîteya hewayê ligel veberhênaneke cidî agahdariyeke baş bê kirin.
Prof. Dr. Ahmet Kiliç destnîşan kir: “Hin amar nîşan didin ku qirêjiya hewayê ya li Diyarbekirê li ser normên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) û welatên Ewropayê ye. Pêwîste em vegerin van pîvanan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin