PeyamaKurd – Li Efrînê 3 kes ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve hatin revandin.
Li gor zanyariyan, komen çekdar ên girêdayî Tirkiyê, li gundê Kûra yê girêdayî navçeya Cindirêsê girtin ser malan û 3 welatî revandin.
Hat ragihandin, navên kesên ku aqûbeta wan nehat zanîn wiha ne: Mihemed Îsmaîl Wehîd (32), Hisên Welîd Mehmûd û Ebdo Mihemed Betal (34).
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin