PeyamaKurd – Li navçeya Puturge ya bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê îro li demjimêrên nîvro erdhejeke bi tundiya 5,2 rû da ku bandora erdhejê li bajarê dorûberê jî hat hestkirin.
Li gorî ragihandina Saziya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê ya Tirkiyê (AFAD) erdheja bi tundiya pileya 5,2 mi demjimêr 12.37 li navenda navçeya Putirgeyê rû daye.
Erdehejê bandor li bajarên Xarpêt, Entab, Diyarkbekir û Rihayê jî kiriye ku li wan bajaran jî lerza wê hatiye hîskirin.
Li gorî ragihandina parêzgarê Meletiyê Aydin Baruş, heta niha derbarê ziyanan de agahiyeke nehênî nehatiye, lê lêgerîn berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin