PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sêwerekê li gundê Esmerçayı di navbera du malbatan de munaqeşe derket û di encamê de 6 kes birîndar bûn. Pevçûn di navbera malbatên paşnavên wan Gül û Polat e de derket û bi kevir, dar û beran li hev xistin.
Kesên di pevçûnê de birîndar bûn; Bayram Polat (61), Halil Polat (43), Ramazan Gül (63), Veysi Gül (27), Cafer Kıran (33) û Halil Kıran (63) in.
Li ser agahdarkirina polîs û tîmên tenduristiyê, birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya navça Sêwerekê.
Polîs, ji bo pevçûn zêde nebe, li nexweşxanê tedbîrên tund sitend.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin