PeyamaKurd – Li ser bangewaziya komek welatiyên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji bo protestokirin û nerazîbûna darvekirina girtiyê siyasî Heyder Qurbanî û kesên din ên li ber sêdarê ne, îro Pêncşemê mangirtina giştî hat kirin.
Di çarçoveya protestoya rejîma Îranê de, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wekî Sine, Bane, Nexede û Bokanê îro 23yê Kanûna 2021ê wekî nerazîbûna îdamkirina girtiyê siyasî yê kurd Heyder Qurbanî dikan û bazar hatin daxistin.
Heyder Qurbanî berî bê darvekirin gotibû: “Her dema ez birim odeya yekkesî, wate wê min li sêdareyê bidin, min sed giyan hebin pêşkeşî Kurdistanê dikim. Lê belê bila xelkê Kurdistanê jî mangirtin dest pê bikin û rê li ber biryara îdamkirina min bigirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin