PeyamaKurd- Piştî mehekê ji xwepêşandanên Îranê tê ragihandin ku termê bi dehan jinên Îranî di sarincên Tehranê de asê mane û heta niha ti kesî xwedîtî li wan nekiriye.
Endamê Lijneya civakî li parlamentoya Îranê Mihemed Sîrac, roja şemiyê piştrast kiriye ku termê 50 jinên nenas heta niha jî di sarincên Paytextê de dimînin. Sîrac ji ajansa nûçeyan a karkerên Îranê “Îlna”re ragihand: “Kesek li dû wan nehatiye û ti belgenameyeke nasnameyî jî li gel de nîne.”
Rêxistina Tiba Edlî ya Îranê ev rapor red kir û tekez kiriye ku "hemû jinên ku di bûyeran de hatine kuştin hatine naskirin û cenazeyên wan radestî xizmên wan hatine kirin."
Çavkaniya vê nakokiyê vedigere raporeke Komeleya Xwendekarên Zanistên Civakî li Zanîngeha Terbiyet Muderîs ku hefteya borî hatiye weşandin. Di raporê de hatibû gotin ku ew cenaze li dora başûrê paytextê de hatine hîştin.
Xwepêşandanên Îranê 28ê Kanûna sala borî ji ber krîzeke giran a aborî dest pê kirin. Di destpêkê de, bazirgan daketin kolanan û xwepêşandan li bajarên mezin belav bûn, paşê alozî zêde bûn û daxwaz zêde bûn.
Berpirsên Îranî xwepêşandan wekî "komployeke derveyî" bi nav kirin û Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi kuştina bi hezaran kesan tawanbar kirin. Hikûmeta Îranê hejmara miriyan wekî 3,117 dide zanîn, lê rêxistinên serbixwe hejmara miriyan zêdetirî 7 kesan tomar kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin