PeyamaKurd – Kompaniya Lufthansayê ji ber tirs û metirsiyên ewlehiyê yên êrîş û aloziya navbera Îsraîl û Îranê li Rojhilata Navîn seferên xwe yên hêla asmanî rawestandin.
Hate ragihandin ku Lufthansayê seferên balafirên ku diçin Hewlêr, Bexda û Tehranê rawestandine.
Kompaniya Lufthansa ya Almanî ragihand, “Ji ber fikarên ewlehiyê seferên Hewlêr û Emanê heta 7ê Tebaxê, seferên Tel Evîv, Tehran û Beyrûtê jî heta 12ê Tebaxê hatin rawestandin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin