Mesrûr Barzanî bi balyozê Ermenistanê yê Îraqê re civiya

Mesrûr Barzanî bi balyozê Ermenistanê yê Îraqê re civiya

 PeyamaKurd - Îro (04.04.2019) Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Ermenîstanê yê Iraqê Hrachya Poladyan kir.

Di hevdîtinê de pêşhat û peşketinên navçeyê û pêşxistina peyvendiyên dualî yên navbera Ermenîstan û Herêma Kurdistanê ji hemû aliyan ve hatin guftûgokirin.

Mesrûr Barzanî pêşxistina peyvendiyên aborî û ferhengî bi awayê ku xizmet ji berjewendiyên her du aliyan re bike girîng pênase kir.

Di beşeke din a hevdîtinê amaje bi peyvendî û dostaniya tarîxî ya di navbera her du gelan de hate kirin.

Herwaha balyozê Ermenîstanê yê Iraqê jî, hêvî û daxwaza serkeftinê ji ber serokatiya kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê re Mesrûr Barzanî re xwast û amadebûna welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyan di hemû war û astan de li gel herêma Kurdistanê û herweha alîkarbûna kabîneya nû ragihand û got, Ermenîstan bi nirxeke mezin ve li pêgeha herêma Kurdistanê ya li navçeyê dinêre.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin