PeyamaKurd - Meclisa Sûriyeya Demorkatîk (MSD) ku baskê siyasî yê HSDê ye, li ser îdiayên medya erebî ragihand, wan tu peymanên taybet bi firotina petrolê bi Israîlê re îmze nekiriye.
Navenda Ragihandinê ya MSDê da xuyakirin, ew nûçeyên behsa îmzekirina peymanekê di navbera Seroka Desteya Rêveber a MSDê û Îsraîlê de dikin, nerast in û got, Meclisa Sûriyeya Demokratîk tekeziyê li ser destpêkirina proseyeke siyasî dike, daku çareseriyeke demokratîk bê dîtin û Sûriyê ji vê rewşa tevlihev û parçebûnê rizgar bibe.
MSD tekezî li ser parastina yekîtiya axa Sûriyê kir û destnîşan kir, ew li ser şerê li dijî terorê û parastina ewlehî û samanên welat berdewam dibin.
Çend roj berê medyaya erebî îdia kiribû ku Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, rêkeftinek bi Îsraîlê re îmze kiriye û petrola xwe difiroşe wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin