Mesrûr Barzanî ji bo projeyeke Koye milyarek û 112 milyon û 786 hezar dînar dabîn kir

Dîroka weşanê :
Mesrûr Barzanî ji bo projeyeke Koye milyarek û 112 milyon û 786 hezar dînar dabîn kir

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo projeyeke avê ya li qezaya Koye, milyarek û 112 milyon û 786 hezar dînar dabîn kir.

Fermangeha Medya û Zanyarî diyar kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî li ser dabînkirin û xerckirina milyarek û 112 milyon û 786 hezar dînar da, bi mebesta kirîn û dabînkirina pêwîstiyên projeya avê ya qezaya Koye.

Herwiha Fermangeha Medya û Zanyarî eşkere kir, dabînkirina vê budceyê di çarçoveya girîngîdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye ji bo projeyên xizmetguzariyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin