PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ji bo avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê, wan daxwaza derketina hêzên Tirkiyê ji Efrînê nekiriye.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ji malpera “AL-Monitor” re da xuyakirin ku piştî gefên Tirkiyê yên êrîşa li ser Rojhilatê Firatê, wan bi rêya Amerîka hewl daye ji bo avakirina herêma ewle danûstandinê bi Tirkiyê re bikin û wan çareseriyeke hemû alî jê razî bibin bi rêya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Sûriyê James Jeffrey pêşkêşî Tirkiyê kiriye.
Pêşniyarên Fermandarê Giştî yê HSDê eşkere kirine wiha ne:
Mezlûm Ebdî got ku wan pêşniyarên xwe bi rêya Nûnerê Amerîka ê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffery şandine û destnîşan kir ku wan ti mercek ji bo vekişandina leşkerên Tirkiyê ji Efrînê nedaniye û wan pirsgirêka Efrînê ji qonaxeke din re hîştiye.
Ebdî da zanîn ku stratejiya Tirkiyê kontrolkirina Girê Sipî û Kobaniyê ye û dê li wir raweste û got, di vê derbarê de jî Tirkiyê du Lîwayên Bejahî, du Lîwayên zirîpoşan û Lîwayên Komando li ser dirêjahiya 60 K.M li ser sînor belav kirine.
Fermandarê Giştî yê HSDê hişyarî da û li ser êrîşa muhtemel a Tirkiyê diyar kir: “Tirkiye derbas bibe, dê şerekî mezin rû bide. Girtina Efrînê ji Tirkiyê re ta astekê hêsan bû, ji ber ku me di wê demê de 'biryareke stratejî' standibû. Me nexwest şer fireh bibe û tenê li Efrînê be. Lê li rojhilata Firatê dê ne wiha be. Çi êrîşeke Tirkiyê çêbe, dê şerekî mezin rû bide û şer dê ji Minbicê heta Dêrikê belav be.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin