PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, piştî hevdîtina ligel Serokê Herêma Kurdistanê li Konferansa Ewlehiya Cîhanê ya Munîhê bersiva pirsên rojnamevanan da.
Ebdî diyar kir ku ji ber alîkariya wî ya hatina wan a Munîhê spasiya Nêçîrvan Barzaniye kiriye.
Mezlûm Ebdî, li ser gotinên Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî ku gotibû, ‘Kurdan otonomî nexwestiye’ got ku kêşeyeke wiha li rêveberiya Şamê heye û destnîşan kir. “Em dixwazin Kurd herêmên xwe bi re ve bibin, navê wê her çi be bila be.”
#VÎDEO - Mezlûm Ebdî bersivê dide pirsên rojnamegeran
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 15, 2026
🎙️ Mezlûm Ebdî: Em dixwazin Kurd herêmên xwe bi re ve bibin
🎙️ Mezlûm Ebdî: Her kes dibêje ku divê êrişî herêmên Kurdan neyê kirin
🛑 General Mezlûm Ebdî li Munîhê ye
#MSC2026 pic.twitter.com/AssARdoGWY
Herwiha Ebdî li ser danûstandinên li Munîhê da zanîn, “Her kes dibêje ku divê êrişî herêmên Kurdan neyê kirin”.
Ebdî, li ser pirsa tevlîkirina Pêşmergeyên Roj di nav lîwayên têne avakirin de jî got ku 4 lîwa di çarçoveya peymanê de têne avakirin û hemû ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê û herwiha Pêşmergeyên Roj jî dikarin tevlî bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin