PeyamaKurd - Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi rêya zoomê beşdarî 9emîn konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a devera Firatê bû.
Mezlûm Ebdî, di axaftina xwe de bal kişand ser, “Hîn metirsiya DAIŞ berdewam dike” û li ser êrîşên Tirkiyê wiha axivî:
“Berdewamiya êrîşên Tirkiyê, ji bo tunekirina şoreşa me ye, di wê çarçoveyê de, dest bi tinekirina binesaziya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kiriye, plana wê ya sereke dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ye.”
Mazlûm Ebdî di dawiyê de got, “Weke fermandariya HSDê erka me ye em zêdetir xwedî li şehîdan derkevin, yê ku herî zêde xwedî li vê civakê û saziyên wê, derkevin ew in, malbatên Şehîdan in.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin