Mistefa Kazimî serdana sînorê Iraqê yên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dike

Dîroka weşanê :
Mistefa Kazimî serdana sînorê Iraqê yên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dike

PeyamaKurd Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, piştî bûyer û aloziyên li Hesekê û serîhildana çekdarên DAIŞê yên li girtîgeha Xiwêranê, serdana sînorê Iraqê yên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dike.

Li gor çavkaniyên ewlehiyê, Mistefa Kazimî îro bi serdaneke neçaverêkirî gihîşt parêzgeha Mûsilê û wê ji bo şopandina rewşa ewlehiyê li navçeyê û nirxandina amadehiya hêzên Iraqî, serdana navçeyên sînorî yên Iraqê û Sûriyê bike.

Herwiha biryar e Mistefa Kazimî bi berpirsên artêşa Iraqê ku çavdêriya sînorê Iraqê yê li gel Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dikin re bicive.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin