Partiyên Kurdistanê ji bo helwesta xwe diyar bikin dicivin

Partiyên Kurdistanê ji bo helwesta xwe diyar bikin dicivin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê bi armanca gotûbêjkirina rewşa Iraqê û guhertinên destûra Iraqê bicivin û helwesta xwe diyar bikin.

Serokê Frakisyona Millet li Parlementoya Kurdistan Azad Kureçî da xuyakirin, “Roja sêşemê 5/11/2019an saet 11:00an serkirdeyên aliyên siyasî li bajarê Hewlêrê bicivin.”

Li gorî nûçeya Basnewsê Azad Kureçî daye xuyakirin ku wê civîn li Serokatiya Herêma Kurdistanê birêve biçe û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî seroktiya civînê bike.

Kureçî diyar kir ku di civînê de rewşa siyasî ya li Iraqê, hewlên guhertina destûra Iraqê bihêne gotûbêjkirin û beriya guhertinên di destûra Iraqê de werin kirin wê Herêma Kurdistanê hewl bide destûra xwe amade bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin