Li Helebce teqînek çêbû

Li Helebce teqînek çêbû

PeyamaKurd – Li taxa Şaredarî ya Helebcê teqînek çêû û li gor zanyariyên destpêkê, kesek di encamê de can daye.

Li Parka Aştî ya li taxa Şaredarî ya Helebcê, îro 14.06.2021ê dengê teqînekê hate bîhîstin û li gor zanyariyên berdest, ji ber teqînê kesekî can da.

Herwiha heta niha sedemê teqînê bi fermî nehatiye eşkerakirin, lê nasnameya wî kesê can daye, eşkera bûye û xelkê sînorê parêzgeha Helebcê ye.

Li gor şahidên bûyerê, ew kesê ji ber teqînê can daye, telefon di dest de bûye û berî teqînê jî û piştî teqînê jî telefona wî pir lêdaye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin