Qeyyûm 25 xebatkaran bi temamî ji kar derxist

Qeyyûm 25 xebatkaran bi temamî ji kar derxist

PeyamaKurd – Piştî wezareta karên navxwe ya Tirkiyê di şûna şaredarê HDP yî de qeyyûm bo şaredariya Diyarbekirê tayîn kir, 55 memûr û 25 karker ji ser karên wan derxistibûn û di derbarê wan de lêpirsîn dabûn destpêkirin. 55 xebatkar di dewra ku parêzgerê Diyarbekirê Cumali Atilla bû qeyyûmê şaredariyê, ev 55 kesan ji kar derxistibûn lê paşî dageriyabûn ser karê xwe.

Di sala 2019 ê de car din heman kes ji ser karên xwe hatin dûrxistin û lêpirsîna wan dewam dikir. Biryara ku niha bo wan hatiye dayîn; ji 55 kesan 25 kes bi temamî ji ser karên xwe hatin dûrxistin û lêpirsîna yên mayî dewam dike. Tewana ku di derbarê wan de hat kirin ew e ku “bi terorê re têkiliyên wan hene”.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin