PeyamaKurd – Pisporê erdnasiyê Prof. Dr Naci Gorur bi gringî hişyarî da û got: “Li wê herêmê, pêvajoya bûna erdhejê temam bûye.”
Herêma ku Naci Gorur bi gringî hişyarî da ku wê li vê herêmê erdhej pêk bê herêma Dêrsimê ya bakurê Kurdistanê ye.
Naci Gorur ku her hefte di derbarê erdhejan de hişyariyan dide, beşdarî bernameyeke ser YouTubê bû û got: “Herêma ku ez herî zêde jê ditirsim, herêma Dêrsimê ye. Ev herêm gihîştiye radeya hilberîna erdhejê û ji aliyê erdhejê ve hatiye asta herî xeternak.
Prof. Dr. Naci Gorur, li ser parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê jî hişyariyan da û got: “Em bi qêrîn bang dikin û dibêin hay ji Marmara û Stenbolê hebin û bergiriyan bigirin.
Gorur bi bîr xist ku beriya erdhejên 6 û 7ê Sibatê yên Mereşê wî pir caran hişyariyan dane, lê belê bi kesî nedaye bawerkirin û wiha dom kir:
“Me piştî erdheja Elezîzê ya 24ê Kanûna 2020î bi baldarî hişyarî da û got ku egera li Mereş, Meletî û Hatayê erdhej pêk bên, bergirî bikin. Çimku erdheja Elezîzê bi arastekirina stresê ya van deveran, vê xeteriyê derxist holê. Me ji hikûmetê re raporên ku amade kiribû şandin, lewre me hatina erdhejê aşkere didît.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin