Ukrayna: Em li basûr bi pês ketin!

Ukrayna: Em li basûr bi pês ketin!

PeyamaKurd- Alîkara Wezîrê Parastinê ya Ukraynayê Anna Malyar ragihand ku leşkerên Ukraynayê li eniya başûr 1300 metir û li aliyê rojhilat jî li aliyê Bahmutê heta 1500 metir bi pêş ve çûne.

Anna Malyar, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ragihand ku artêşa wan operasyonên xwe yên êrîşê li ser rêyên Melîtopol, Berdyansk û Bahmutê didomînin.

Malyar bal kişand ku leşkerên Ukraynayê ji bo her metreçargoşeya xaka welêt şer dikin û wiha got:

"Pêşveçûn hene. Di heman demê de dijmin êrîşên xwe yên li ser Port, Avdiyivka û Marinkayê didomînin, lê bi ser neketin. Artêşa Ukraynayê, niha xetên ku hatine desteserkirin xurt dike û derbeyên giran li dijmin dixe.

Dijmin hewil dide eniyên ku bi dest xistine bigire, li ber xwe dide, lê piştî wendahiyan gav bi gav paşve vedikişe.”

Malyar destnîşan kir ku artêşa Ukraynayê di rêya Bahmutê de serkeftin bi dest xist û wiha got: "Em li aliyê Klişivkayê 1200 metre û li aliyê Kurdyumovkayê jî 1500 metir bi pêş ve çûn. Rus, bi hemû hêza xwe li Bahmut disekinin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin