Amerîka ji Tirkiye û Yûnanîstanê daxwaza çareseriya bi rêya dîplomasiyê dike

Amerîka ji Tirkiye û Yûnanîstanê daxwaza çareseriya bi rêya dîplomasiyê dike

PeyamaKurd – Li ser pirsgirêkên li rojhilata Derya Spî yên di navbera Yûnanîstan û Tirkiyê de, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bang li her du dewletan kir, da ku bi rêya dîplomasîyê van pirsgirêkan çareser bikin.

Li gor Pompeo ji radyoyeke Fransayê France Inter re ragihand, divê her du alî jî xwe nedin ser karanîna hêzên leşkerî û ji wan xwest ku serî li mekanîzmayên çareserîyê yên navneteweyî bidin.

Pompeo diyar kir : ‘‘Divê em vê pirgirêkê, bêyî hêzên leşkerî, bi rêyên normal çareser bikin, ku bi taybetî bo mafên li herêmê divê em li gor biryarên navneteweyî tevbigerin.’’

Di serî de Yunanîstan û Fransa, welatên Yekîtiya Ewropa (YE) ser lêgerînên Tirkîyê yên li rojhilata Derya Spî bertek nîşan dabûn. Rêvebiriya Parîsê li herêmê keştî û balafirên şer bi cîh kirin û bi awayekî eşkere piştgirî da Yunanîstanê.

Keştiya lêgerînê ya Tirkîyê ya bi navê Oruç Reis roja Yekşemê vegeriyabû welatê xwe, lê rayedarên Tirkiyê diyar kiribûn keştiya wan salê carekê bo tamîrê vedigere û piştî tamîrê wê vegere cîhê xwe yê li Derya Spî, xebatên xwe berdewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin