PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, cejna Cemayê li gelê Êzidî pîroz kir û piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo daxwazên pêkhateya êzidî nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: “Ez bi germî û pir bi dil Cejna Cemayê li tevahiya xûşk û birayên me yên Êzdî yên li Kurdistan, Iraq û li her cihekê cîhanê bin, pîroz dikim.
Hêviya cejneke tena û aram ji bo hemûyan dixwazim, hêvîdarim ev cejne û hemû cejn û bîrhatinên wan, hertim bi xêr û xweşî vegerin.
Em careke din welatiyên xwe yên Êzdî piştrast dikin ku, wek hertim, dê her piştevan û parêzvanên maf û daxwazên wan bin, herwesa ji bo hemû pêkhateyên olî û neteweyî Herêma Kurdistanê dê her welatê pêkvejiyana aştiyane be.
Cejna Cemayê li hemûyan pîroz be û her sal bi xêr û xweşî be.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî peyama xwe de wiha got: “Ez pîrozbahiyê li tevahiya xwişk û birayên Êzîdî yên Kurdistan û cîhanê, Mîr, Baba Şêx û Encûmena Rûhanî dikim û hêvîdar im cejna we bi xweşî derbas bibe.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê her dem piştevaniya mafên rewa yên Êzidiyan bike û xizmetkirina wan weke erkê xwe yê yekem dibîne.
Cejna Cemayê li hemûyan pîroz be. Hêvîdar im hûn herdem şad bin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin