Nêzî zîndana ISID î tê de bûn, teqîn çêbû

Nêzî zîndana ISID î tê de bûn, teqîn çêbû

PeyamaKurd – Li Rojava zîndana ku IŞİD î tê de bûn, nêzî wê teqîn çêbû û hat ragihandin ku IŞİD û HSD lihev xistine. Di daxwuyaniya HSD ê de hat ragihandin ku derengê vê êvarê, li Binxetê li bajarê Hesîçayê nêzî zîndana Geweranê teqîn çêbûye û ev êrîş ji bo zîndanî serbest bên berdan hatiye kirin. HSD ê weha got:

“Terorîstên IŞİD ê ku di zîndana Geweranê de tên girtin, nêzî zîndanê otomobîlekî tije bomba hat teqandin, di zîndanê de îsyan û hewla revê çêbûye. Di navbera hêzên me û terorîstan de şer dewam dike.”

Çapemeniya cîh ragihandiye ku di nav hêzên asayîşê de birîndar hene û 20 zîndaniyên IŞİD ê firar kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin