Li Urmiye erdhej çêbû

Li Urmiye erdhej çêbû

PeyamaKurd- Li Kurdistan a Rojhilatê li bajarê Urmiyê bi dereca 4.8 erdhejekî çêbû. Ragihandina erdhejê ji aliyê AFAD ê de ya bi ser wezareta karên hundir ya Tirkiyê de, di ser hesabê medyayê de hat ragihandin. Bi sedema Urmiye li ser sînorê Hekkariya ye, erdhej ji navçeya Geverê hat hîskirin. Bi sedema erdhejê, li Geverê xelk ji malen xwe derketin kuçeyan. AFAD yekser agahiyên erdhejê ragihand û weha got:

“Mezinahiya erhejê 4.8, Urmiye, roja 29.01.2020 siet 21.07. Kûrahiya erdhejê 11.19 km.”

Her weha di nava agahiyan de jimara meridyen û paralel jî hene.Lê heya niha Îran ranegihandiye bê di erdhejê de xesar, birîndar an mirî hene an na.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin