Di medya civakî de ‘hevtêgihîstina bi Kurdan re’ bû rojev!..

Di medya civakî de ‘hevtêgihîstina bi Kurdan re’ bû rojev!..

PeyamaKurd – Li Twitterê bi navê #KürtlereEmpati ango hevtêgihiştina bi Kurdan re mijarek hat vekirin ku bi hezaran parvekirin li ser wê mijarê hatin kirin û bû rojev di asta cîhanê de.

Di hastaga #KürtlereEmpati de, bikarhênerên medya civakî yên Kurd gotin, daxuyanî û helwestên dijî Kurdan ên dehan salan bi berevajîkirina wan gotinan têne rexnekirin.

Bikarhênerên Kurd û gelek kesên piştgiriya Kurdan dikin û mafên wan ên rewa diparêzin; peyva Tirk û Kurd di parvekirinên xwe de pevguhertin û zilma ku bi awayên cuda li ser Kurdan tê kirin anîn ziman.

Pêşî mijara pevguhertina gotinên derheqê jinan de bi yên mêran, rojev hatibû çêkirin û piştre jî mijara #KürtlereEmpati bi heman rêbazê kete rojeva medya civakî.

Mijara hevtêgihiştina bi Kurdan re, heta 9 saetan bû mijara 4emîn di asta cîhanê de derketiye pêş.

Çend mînak:

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin