PeyamaKurd – Ajansa nîv fermî ya Îranê Tasnimê ragihand ku li Sûriyê tankêreka petrolê ya Îranê ketiye ber êrîşê. Tasnîmê agahiya xwe bir ser ajansa dewletê ya Sûriyê ya SANA yê ku nûçeyê ragihandiye.
Hat ragihandin ku tanker li lîmana Banyasê ketiye ber êrîşê. Televîzyona El Cezire ya Qatarê jî ragihandiye ku bi balafirên bêmirov êrîş hatiye pêkanîn.
Dewleta Îranê heya niha di derbarê bûyerê de ti agahî neragihandiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin