PeyamaKurd –Medya erebî, îdia kir ku Artêşa Sûriyê amadekariyan dike ku şervanên Kurd bi tevahî ji bajarê Qamişloyê dûr bixe.
Li gorî nûçeya ku PeyamaKurd ji El-Wetênê wergerandiyê, hat îdiakirin ku Hêzên Berevaniya Netewî yên girêdayî Artşêa Sûriyê (NFL) zêdetirî 200 leşkerî perwerdeya xwe temam kiriye.
Hatiye îdiyarkirin ku armanca perwerdeya NF yê ew ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji herêm dûr bixe û herêmê kontrol bike.
Wê rojnameyê herwiha îdia kiriye ku Artêşa Sûriyê bi mebesta ku cihê xwe xurt bike hêzên zêdetir şandine Dêre Zorê. Ji aliyê din ve balkêş e ku Tirkiyê jî bo heman herêmê hêzên teqwîyê şandine.
Herwiha medya erebî nivîsand ku Amerîka ji bo parastina Kurdan hêzên zêdetir şandine Qamişloyê û hebûna xwe ya li wê derê zêde kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin