PeyamaKurd – 13emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê Şebnem Korur Fincancı, Erol Onderoglu û Ahmet Nesin dad kirin û biryara beraetkirina wan da.
Li gorî nûçeya bianetê, 13emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ye Şebnem Korur Fincancı, Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesin dad kirin û biryara beraetkirina wan da.
Özgür Gündem Davasında Üç Beraat https://t.co/CoA75UGoPG pic.twitter.com/mFnoyMhXx3
— bianet (@bianet_org) July 17, 2019
Nobedarên rojnameya kurdan li Tirkiyê Weşana Ozgur Gundemê, 38 rojnameger bi sûcên ‘propagandaya rêxistinê’ çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî bi Xala 6emîn a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713an hatin dadkirin û di encamdana dadgekirinê de beraet kirin.
Ozgur Gundem bi KHKya 675. (Biryarnameya Di Hikmê Qanûnan De ) hatibû girtin.
Onderoglu, Korur Fîncabci û Nesîn ji ber heman sedemê 20ê Nîsana 2016ê hatibûn girtin û 10 rojan di girtîgehê de mabûn.
Doza Ozgur Gundemê
Rojnameya Ozgur Gundemê bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnan de hat girtin. 3yê Adara 2016ê kampanyaya Nobedariya Berpirsiyarîya Weşanê dest pê kir. 7ê Tebaxa 2016ê kampanya bi dawî bû. 49 kes beşdarî kampanyaya nobedariyê bûn. Li ser 49 kesan lêpirsîn hat vekirin. Li ser 38 dosyeyan doz hatin vekirin. Ji bo 11 dosyeyan biryara “ne hewceyî pêçûnê ye” hatiye dayin. 38 nobedarên berpirsiyarîya weşanê bi xala 7/2(propagandaya ji bo terorê) û xala 6/2 (weşandin an jî belavkirina daxuyanîyên rêxistinên terorî) yên Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê hatin dadkirin. Ji bo İhsan Eliaçık, Melda Onur, Sabahat Tuncel, Ahmet Abakay, Eşber Yagmurdereli, Hasip Kaplan, İşin Eliçin, Kemal Can, Mustafa Sonmez, Ugur Karadaş, Nurcan Baysal 11 caran biryara ne hewceyî pêçûnê ye hat dayin. Li ser 38 kesan doz hat vekirin. Dema ji bo dadkirinê ji bo doza Deniz Turkali temam bûye. Ji bo 24 nobedaran; Şanar Yurdatapan, Îbrahim Bodur, Cengiz Baysoy, Huseyin Tahmaz, Çilem Küçükkeleş, Nadire Mater, Yıldırım TUrker, Hasan Cemal, Faruk Balikçi, Dicle Anter, Derya Okatan, Kumru Başer, Ayşe Batumlu, Jülide Kural, Murat Uyurkulak, Murat Çelikkan, Beyza USUÜN, Nevin Erdemir, Hakkı Boltan, Hasan Hayri Şanlı, Tugrul Eryilmaz, Huseyin Aykol, Ayşe Duzkan, Ragip Duran, Öncü Akgül, İhsan Çaralan, Ertuğrul Mavioglu, Celal Başlangı
iç, Celalttin Can, Fehim Işık û Faruk Eren jî tê de doza 31 kesan didome. Hasan Hayri Şanlı, Nevin Erdemir, HUseyin Tahmaz û Hakkı Boltan beraet kirine. 27 kesan li ser hev 67 hezar TL û 293 meh 15 roj cezayê girtinê stand. Ji bilî cezayê Ayşe Duzkan û Murat Çelikkanî cezayê nobedarên dî hat paşdedan an jî bi pereyan hatin guhertin. Çelikkan, 14ê Tebaxa 2017ê çû Girtîgeha Kırklareliyê, 14ê Çiriya Pêşiyê ya 2017 çû girtîgeha vekirî. 21 Çiriya Pêşiyê ya 2017ê tehliye kiriye. Dadgeha Îstinafê salek û şeş meh cezayê girtinê daye Ayşe Duzkanê û 29ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê ji bo Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê hatiye şandin. Erol Onderoğlu, Ahmet Nesin û Şebnem Korur Fincancı 20ê Hezîrana 2016ê hatin girtin, piştî 10 rojan serbest bûn. Doza li ser; Erol onderoğlu, Ahmet Nesin, Şebnem Korur Fincanci, Can Dundar, Said Sefa, Veysi Altayî didome. Berpirsê weşanê İnan Kizilkaya di her 38 dosyeyan de bersûc e. Dosyeyên li ser Kizilkayayî li doza bingehîn a Ozgur Gundemê hat zêdekirin Dadkirin li Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya 23. pêkanîn. Ji ber nivîsên omer AGın, İmam Canpolat, Dilşa Kocakaya û İlham Bakir her yek ji wan 15 meh cezayê girtinê standiye.
Nivîskarên; İmam Canpolat û İlham Bakirî salek û 3 meh cezayê girtinê standin. Cezayê Bakırî hat paşdedan lê yê Canpolatî nehat paşdedan. Nivîskarên rojnameyê; Mehmet Ali Çelebi û Huseyin Bektaşî salek û 6 meh cezayê girtinê standine. Cezayê wan nehat paşdedan. Bi doza bingehîn ya Ozgur Gundemê endamên lijneya şêwirmend; Necmiye Alpay, Aslı Erdogan, Ragıp Zarakolu, Filiz Koçali, Eren Keskin, midûrê weşanê Zana Kaya, İnan Kızılkaya, Kemal Sancılı û Bilge Oykut têne dadkirin. Sancılı heta 10ê Nîsana 2019ê di girtîgehê de ma. Herrweha berpirsên sabit ên berê Eren Keskin ji 47, Hüseyin Aykol ji 38 dosyeyan têne dadkirin
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin