PeyamaKurd - Ji bo rakirina parêzbendiya (destnedana qanûnî) ya hevserokên HDPê Pervîn Buldan, Sezaî Temellî û 7 parlamentarên din parlamentoya Tirkiyê ket tevgerê.
Hat ragihandin ku 13 fezleyên ji bo rakirina parêzbendiya 9 parlamentaran ji Parlamentoya Tirkiyê re hatine şandin.
Hêjayî gotinê ye, sala 2016an jî di serî de Selahattîn Demirtaş û parêzbendiya hejmarek parlamentarên HDPê hatibû rakirin û ew ji ber dozên li wan hatibûn vekirin şandibûn girtîgehan.
Li aliyê din Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî jî îro xwest ku parêzbendiya Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) bê rakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin