PeyamaKurd - Midûrê Emniyeta navçeya Meram a Konyayê bi hinceta ku di êrîşa nijadperestî ya kuştina 7 endamên malbata Kurd de îhmala wî heye, ji kar hat dûrxistin.
Parêzerê malbata Dedeogullari ku 30yê Tîrmehê li navçeya Meram a Konyayê 7 kes di malekê de hatin qetil kirin Abdurrahman Karabulut, ragihand ku Midûrê Emniyeta Meramê Mehmet Akbaba ji kar hatiye dûrxistin.
Parêzer Karabulut li ser medya civakî Sostal got, 'Midurê Emniyeta Meramê Mehmet Akbabayê ku hewl da neçim cihê bûyerê û ez bi berevajîkirina bûyerê tawanbar kirim, ji ber îhmala qetlîama malbata Dal û Dedeogullari ji kar hat standin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin