Amerîkayê êrîsa Serêkaniyê sermezar kir

Amerîkayê êrîsa Serêkaniyê sermezar kir

PeyamaKurd – Balyozxaneya Enqerê ya Amerîkayê êrîşa bombeyî ya li navçeya Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê bi ser hêzên tirk û komên çekdar de şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hatiye hat gotin, “Em êrîşa terorî ya li dijî Hêzên Çekdarên Tirkiyê şermezar dikin.”

Herwiha di daxuyaniyê de fikarên Amerîkayê yên bo zêdebûna êrîşan û tundiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojava) hatin bibîrxistin û hat diyarkirin, “Tundiye ku vê hefteyê li Eyn Îsa û Serêkaniyê rû daye îstiqrara herêmê xistiye xeterê.”

Di êrîşa doh 10ê Kanûnê li ser xaleke leşkerî ya artêşa tirk û komên çekdar de, li gorî çavkaniyên herêmê herî kêm 16 kes hatine kuştin ku ji wan 3 kes leşkerên Tirkiyê bûn.

Bajarê Serêkaniyê piştî operasyona Tirkiyê ya 9ê Cotmeha 2019an, hatibû dagirkirin û ji wê demê ve gelek caran bûyerên teqînan rû didin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin