Rêveberiya Xweser bersiva Samê da: Dûrî aqilan e...

Rêveberiya Xweser bersiva Samê da: Dûrî aqilan e...

PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel el Miqdad, Rêveberiya Xweser tehdîd kiribû û ragihandibû ku, ew Rêveberiya Xweser bi tevahî red dikin. Rêverberiya Xweser bersiva vê yekê da û ragihand bi daxuyanî û helwestên wiha çi çareserî û pêşketin çênabe.

Baregeha Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê (Rojava), bertek nîşanî daxuyaniya Feysel el Miqdadî da û diyar kir ku daxuyaniyên wiha dûrî aqilan e. Rêveberiya Xweser, di daxuyaniyê de ev tişt anîn zimên:

“Rêveberiya Xweser, ji mêj ve ye diyar dike ku, amade ye bi rejîmê re peywendiyan deyne. Di çarçoveya çareseriyeke netewî de çendîn hevdîtin hatin kirin lê em dibînin kesên wekî şêwirmendên Wezîrê Derve yê Sûriyê daxuyaniyên wiha didin ku dûrî aqilan in û daxuyaniyên bi vî rengî wê qeyrana Sûriyê kûrtir bikin.”

Di daxuyaniyê de Baregeha Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser de hatiye gotin, “Daxuyaniyên wiha ne di berjewendiya pêvajoya çareseriya Sûriyê ne. Berovajî wê, daxuyaniyên wiha astengiyê li ber pêvajoya gotubêjên Sûriyê derdixin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin, “Bi daxuyanî û helwestên wiha çi çareserî û pêşketin pêk nayê. Ji xwe ji ber helwest û daxuyaniyên wiha pirs nayê çareserkirin û gav nayên avêtin. Di vê barê de em çêlî bi girîngiya gotubêjan dikin û bang li rejîmê dikin ku bi vî zimanî û vê nêrînê çareserî pêk nayê. Rêveberiya Xweser projeyeke wiha ku di çarçoveya yêkrêziya xakê Sûriyê de tê cîbicîkirin û qet fişar û metirsiyê li ser yêkrêziya Sûriyê çênake


Sûriye: Em Rêveberiya Xweser bi tevahî red dikin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin