PeyamaKurd - Serokwezîrê Ermenistanê Serj Sarkîsyan ragihand ku xwepêşanderên li kolanan naxwazin ez bibim serokwezîr. Ez daxwaza we bi cih tînim.
Sarkîsyan di ragihandina îstifaya xwe de wiha got: "Xwepêşanderên li kolanan naxwazin ez bibim serokwezîr. Ez daxwaza we bi cih tînim. Ez wekî serokwezîr ji bo cara dawîn bangî we dikim. Paşînyan mafdar bû. Ez neheq im. Ez dest ji serokwezîriyê dikişînim."
Piştî ku di 13ê nîsanê da Sarkîsyan wekî namzedê serokwezîriyê hat destnîşankirin, mixalifan di bin serkêşiya Parlamenter Nîkol Paşînyan ku endamê hevpeymana Elk (derketin) e da dest bi protestoyan kiribûn. Polîsan çendîn caran midaxaleyî xwepêşandêran kiribûn, xaza rondikrêj û bombeya deng emilandibûn. Herwiha di bûyeran ra ligel Paşînyan gelek xwepêşandêr birîndar bûbûn. Îro komek eskerên bêçek jî beşdarî protestoyên ku her diçû mezin dibû, bûn û bi vî awayî di xwepêşandanan da êwreke nû dest pê kir.
Serj Sarkîsyan ji 2008an vir va ji bo du serdeman serokomarî kiribû. Herwiha di dengdayîna li parlamentoyê ya di 17ê nîsanê da Sarkîsyan wekî serokwezîr hatibû hilbijartin. Li gorî referanduma destûrê ya ku li Ermenistanê di 2015an da bi piştgiriya Sarkîsyan hatibû qebûlkirin, rayeya birêvabirinê ji serokê dewletê standibûn û dabûn serokwezîr.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin