PeyamaKurd - Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn James Cleverly ragihand ku hebûna pêwendiyeke bihêz di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê de, aramiya navçeyê bihêz û berdewamtir dike.
Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn James Cleverly li ser twitterê got ku îro 23yê Îlonê wî pêwendiyeke telefonî ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiriye û wiha got:
“Hebûna pêwendiyeke bihêz di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê de, aramiya navçeyê bihêz û berdewamtir dike. Bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re axivîm û ew razî bûye kar bi cidî berdewam bike ji bo wê armancê.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bersiva twîta James Cleverly da û got:
“Bi dilxweşî îro ligel James Cleverly guftûgoyeke telefonî me encam da. Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya de wek her dem girîng in. Pêşwazî li piştevaniya Brîtanyayê dikinji bo gihîştina bi rêkeftineke dawî ligel Hikûmeta Federalî ku pêwîst e li ser binemaya rêzgirtina her du aliyan be û li gor binemayên destûrê be.”
It was a pleasure speaking to @JamesCleverly today. Kurdistan-UK ties are as important as ever.
— Masrour Barzani پابەندین# (@masrour_barzani) September 23, 2020
I welcome the UK’s support in the process of reaching a final settlement with the federal government, which must be based on mutual respect and fully in line with the constitution. https://t.co/Aw1Thr6idu
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin