DYAyê li WTOyê gilîyê Tirkîyeyê kir: Mafdar derket

DYAyê li WTOyê gilîyê Tirkîyeyê kir: Mafdar derket

Peyama Kurd – Rêxistina Bazirganîya Cîhanê (WTO) ragihand ku piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di derbarê zêdekirina baca li ser hilberînên henardeyê yên DYAyê de Tirkiyeyê gilî kir, wan ev gilîyê DYAyê nirxandîye û di encama nirxandinê de DYAyê mafdar dîtîye.

WTOyê destnîşan kir ku zêdekirina bacên li ser hilberên DYAyê ya Tirkiyeyê, rêgezên WTOyê binpê kirîye.

WTOyê ragihand ku wan biryar daye ku zêdekirina bacên li ser berhemên DYAyê ya Tirkiyeyê ku ji bo tolhildana zêdekirina baca gumrikê ya ku DYAyê li ser pola û alumînyûmê henardeyê sepandibû, bê betalkirin.

Di biryara ku îro ji aliyê panela Mekanîzmaya Çareserkirina Nîqaşên WTOyê ve hat eşkerekirin de, hat diyarkirin ku bacên gumrikê yên zêde yên ku Tirkiyeyê sepandine, bi xalên 1emîn û 2yemîn ên Peymana Giştî ya Tarîf û Bazirganiyê (GATT) ku belgeya damezrîner a WTOyê ya 1994an e re naguncive.

Di raporê de hat pêşniyazkirin ku divê biryarên Tirkiyeyê yên  ku bi polîtîkaya WTO'yê re nagoncivin, di çarçoveya GATT'ê de bêne sererastkirin.

WTOyê di derbarê ceza xwarin ya nexwarina Tiriyeyê de tiştekî negot.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin