Îran di ser partiyên Rojhilat de Iraqê tehdîd dike

Îran di ser partiyên Rojhilat de Iraqê tehdîd dike

PeyamaKurd – Îran ragihand eger Iraq li hemberê partiyên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê ku li başûrê Kurdistanê ne, eger Iraq li hemberê wan nekeve nav tevgerê wê car din êrîşê baregehên partiyan bikin. Ajansa fermî ya Îranê Tesnim ragihand ku fermandarê artêşa Îranê yê hêzên bejayiyê Tuxgeneral Muhammed Pakpur gotiye:

“Bi hukumeta Iraqê re peymanekî hat kirin. Ji me re soz dan ku wê grûbên terorê îmha bikin, çekên wan ji wan bistînin û wan ji welatê xwe derxin. Em bende ne ku hukumeta Iraqê berpirsiyariyên xwe bicîh bînin. Me derfetekî da wan. Eger nekin, em ê weka artêşê êrîşên xwe dewam bikin.”

Îranê di êlûna sala borî de heya meha 10an çend cara êrîşên bi fuzeyan, bi dronan êrîşan biribûn ser baregeha PDK a Îranê. Li Silêmaniyê jî êrîş biribû ser Komelê.

Îranê li ser kuştina Jîna Emînî ku di peyde xwepêşandan destpêkiribûn, rêxistina Komelê û PDK-Î yê bi şandina sîlih û çekdaran ji bo ser sînorê Îranê sûcdar kiribû û wan bi derxistina kaosê tewan kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin