PeyamaKurd – Mercên koronayê yên ji bo kesên di ser deriyê Îbrahîm Xelîl ê navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de, derbas dibin hatin guhertin.
Parêzgeriya Şirnexê ragihandiye, ji 29ê Tebaxê ve ji bo kesên diçin Herêma Kurdistanê û Iraqê heger du doz derzî li xwe xistibin dê li sînorê Îbrahîm Xelîl testa koronayê ji bo wan neyê kirin.
Bi serpereştiya Parêzgeriya Şirnexê, Qeymeqamtiya Silopiyê, Rêveberiya Gumrika Xabûrê, Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê û Rêveberiya Gumrika Îbrahîm Xelîl derbarê tedbîrên koronayê yên li gumrikê biryareke nû wergirtin.
Li gor biryara Gumrika Îbrahîm Xelîl a li Herêma Kurdistanê, ji 29ê Tebaxa 2021ê ve ji bo ajokar û rêwiyên ku du doz derziya koronayê li xwe xistibin testa koronayê nayê kirin.
Ji bo kesên ku du doz derzî li xwe nexistibin pêwîst e berî biçin Herêma Kurdistanê bi 48 saetan testa xwe ya koronayê bikin, eger nekiribin wê bi neçarî li gumrikê testa koronayê bo wan were kirin.
Hêjayî gotinê ye, beriya vê biryarê kesên ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê derbasî aliyê Herêma Kurdistanê dibûn li Gumrika Îbrahîm Xelîl bi neçarî testa koronayê dikirin ku ew jî 35 dolar bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin