Îro pênşemê, 05.12.2024an, li Selahedînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.
Di hevdîtinê de pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê, pêngavên piştî hilbijartinan û pêkanîna hikûmeta nû ya Herêmê hatin gotûbêjkirin. Her wiha her duyan bal kişand der peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de.
Di beşekî din ê hevdîtinê de, behsa peywendiyên di navbera her du aliyan de hate kirin û tekezî li ser bihêztirkirina hemahengî û bihêztirkirina peyvendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de hate kirin.
Herweha pêşketin û guherînên dawî yên li Rojhilata Navîn mijareke din a vê hevdîtinê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin