Serokatiya Herêma Kurdistanê bangewazî li hemû aliyan kir: Gavên cidî bavêjin!

Serokatiya Herêma Kurdistanê bangewazî li hemû aliyan kir: Gavên cidî bavêjin!

PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrîşa terorîstî ya şeva borî ya Hewlêrê ku bi dronekê ji aliyê milîsên Îranî ve hatibû kirin, daxuyaniyek belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de ragihand, "Em bi tundî êrîşa terorîstî ya şeva Çarşemê 8-9ê Hezîrana 2022an li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana şermezar dikin ku di encamê de çend welatiyên sivîl birîndar bûn û gelek otomobîlan jî ziyan dîtin."

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, “Em di wê baweriyê de ne ku dubarekirina van kiryarên terorîstî dê zirarê bide aramiya emnî û rewşa siyasî ya Iraqê bi giştî û navçeyê û xizmeta dijminên Herêma Kurdistanê û Iraqê bike.”

Herwiha hat gotin, "Weke her car [Serokatiya Herêma Kurdistanê] piştevaniya bihêzkirina hemahengî û hevkariya di navbera dezgehên ewlekarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de dike ji bo dîtina kesên ku destê wan di van êrîşan de hene."

Serokatiya Herêma Kurdistanê bang li ji hemû aliyên pêwendîdar ên Iraq û civaka navdewletî kir ku gavên cidî bavêjin ji bo rêgirtin li dûbarebûna wan êrîşan ku bandoreke mezin li ser aramiya herêmê bi giştî dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin