Serokwezîr Barzanî, Konsulê Gistî yê Amerîkayê pêswazî kir

Serokwezîr Barzanî, Konsulê Gistî yê Amerîkayê pêswazî kir

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîrtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat dayîn, îro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Hewlêrê kir.

Hat diyarkirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Hewlêrê Mark Straw ku nû dest bi erka xwe kiriye, ligel şanda pê re kir.

Hat eşkerekirin ku di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir pêşvebirina pêwendiyên ligel Amerîkayê nîşan da û daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir bipêşxistina pêwendiyên ligel Amerîkayê ragihand.

Her wiha hat zanîn ku SerokwezîrBarzanî bal kişand ser pêwendiyên dîrokî û dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de û ji bo alîkarî û piştevaniya berdewam a Amerîkayê, li ser navê Herêma Kurdistanê spasiyên xwe pêşkêş kirin.

Li gorî daxuyaniyê, Konsulê Giştî yê Amerîkayê eşkere kir ku welatê wî amade ye pêwendiyên dualî û hemahengiya ligel Herêma Kurdistanê bi pêş bixe.

Hat diyarkirin ku mijara sereke ya hevdîtinê, girîngiya parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên bi hikûmeta federal re li ser esasê destûr û peymanan bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin