PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdan xwe ya Brîtanyayê de ,bi Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Liz Truss re civiya.
Hat ragihandin, di civînê de rewşa giştî û proseya siyasî ya Iraqê û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û guherînên herî dawî yên navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin gotûbêjkirin.
Herwiha hat zanîn, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û girîngiya çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê, mijarên din ên civînê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin