PeyamaKurd – Şewata li nav sînorên bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê 3 roj in dewam dike û hîn jî nehatiye vemirandin ku bi hezaran hektar erd şewitîne.
Li gorî zanyariyan li herêma Ava Weqfê ya Bedlîsê ji 30yê Tebaxê ve agir bi daristanan ketiye û şewat li dorûberê jî belav dibe.
Ji ber ku heta niha xebata ji bo vemirandina agir nehatiye kirin, şewat li deverên çiyayê navbera Bedlîs û navçeya Hawêl a Sêrtê belav bûye.
Herî dawî jî li gorî çavkaniyên xwecihî, şewata ku doh êvarê gihîştiye gundê Hurmiz a bi ser navçeya Motka ya Bedlîsê ve ji aliyê tîmên agirkujiyê û xelkê ve hatiye kontrol kirin, lê şewat li quntara Çiyayê Boz hê jî dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin