PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî daxuyaniya Rûsyayê ya ku gotibû ew ê li hember êrîşên moşekan Sûriyeyê biparêzin, li ser hesabê xwe yê twîtterê peyama operasyonê da.
Trump di peyama xwe ya li ser twîtterê da wiha got: "Rûsyayê gotiye çi moşekan biavêjin Sûriyeyê ew ê lêxin û bixin. Wê çaxê Rûsya amade be, moşek va ye tên. Ev moşek hem baş in, hem nû ne û hem jî biaqil in. Divê hûn nebûna şirîkê wî heywanê kujer yê bi xazê gelê xwe dikuje û ji vê jî kêfê hildide."
Rejîma Esed 7ê nîsanê li Dûmaya navçeya Xûtaya Rojhilatê çekên kîmyayî bi kar anîbû û 78 sivîl hatibûn kuştin.
Pêşnûmaya ku Amerîkayê ji bo ku li Dûmaya navçeya Xûtaya Rojhilatê ku ji aliyê rejimê ve hatiye dorpêçkirin bikaranîna xaza kîmyayî lêpirsîneke serbixwe û zelal bê kirin pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kiribû ji aliyê Rûsyayê ve hatibû vetokirin.
Nûnera Daîmî ya Amerîkayê ya li NYê Nikkî Halleyê jî wiha gotibû: "Konseya Ewlehiya NYê hereket bike jî û neke jî Amerîka wê miheqek bersivê bide vê êrîşa kîmyayî."
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di civîna kabîneyê da gotibû ku li dijî rejima Esed vebijêrka eskerî jî tê da hemû vebijêrk li ser maseyê ne û heke di êrîşê da para Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn hebe, ew ê jî "berdêlê bide".
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin