PeyamaKurd – Wezîrê Devre yê Amerîkayê Antony Blinken, di civîna hevbeş a ligel Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû de piştgiriyeke xurt da Îsraîlê û got, Serok Joe Biden ji bo pabendbûna Amerîkayê bo ewlehiya Îsraîlê nîşan bide ez şandim.
Blînken herwiha diyar kir ku mafê Îsraîlê ye li hember moşekên ji Xezeyê têne avêtin xwe biparêze û da zanîn, di vê serdanê de mebest kêmkirina aloziya navbera Îsraîl û Filîstînê ye ku ew dê bi aliyê Filîstînê re jî li ser ji nû ve avadankirina pêwendiyan bicive.
Blînken li ser agirbesta navbera Hemas û Îsraîlê jî diyar kir ku ew neçarin rê li ber vegera tundiyê bigirin û divê di avadankirina Xezeyê de Hemas cî negire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin