PeyamaKurd- %90 ê afyona dinyayê li Afxansitanê tê hilberîn û Afxanistan cîranê Îranê ye. Bo maddeyên hişber derbas bikin Awrûpayê, divê dis er Îranê de derbas bibe û Îran ciyê buhira afyon û eroyînê ye. Eyaleta Sîstan-Belûcîstan di sînorê Îran-Afxansitanê de ye û piraniya maddeyên hişber di ser vê eyaletê de derbas dibe.
Sekreterê giştî yê Navenda Têkoşîna li Hember Maddeyên Hişber ya Îranê Îskender Mumînî ragihand ku hevberdana jin û meran %55 ê wan bo sedema bikaranîna maddeyên hişbir e. Mumînî ragihandina xwe ji bajarê Tebrîzê kir û di mijara maddeyên hişber û hevberdanê de agahiyan da.
Serokê erka dadgeriyê yê berê Sadiq Larîcanî di dawiya sala 2018 an de, ragihandibû ku zîndaniyên Îranê %70 yê wan bi sedema maddeyên hişbere, çi bi têkiliyên raste rast û çi bi têkiliyên di dirêyeka dinê de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin