PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi wê ve, navenda bajarokê Zirganê yê ser bi parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê bi giranî topbaran kir û di encamê de jinek û zarokekê can dan,11 sivîlên din birîndar bûn.
Li gor çavkaniyên xwecîhî, êvara do Sêşemê 17ê Tebaxa 2021ê topxaneyên artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, bi giranî navenda bajarokê Zirganê yê ser bi parêzgeha Hesekê ve topbaran kir.
Herwiha çavkanî didin zanîn, di encama wê topbaranê de jineke 45 salî û zarokekê can dan û herwiha 11 kesên din jî birîndar bûn.
Zanyarî destnîşan dikin, ji ber topbaranê elektirîka tevahiya bajarokê Zirganê qut bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin