PeyamaKurd-Hat ragihandin ku dronên Tirkiyeyê otomobîleke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kiriye armanc. Hat zanîn ku di êrîşa Kobaniyê de herî kêm 3 çekdarên HSDê hatine kuştin.
Agahî ji aliyê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ve hat belavkirin. Li gorî agahiyê, êrîş di navbera gundên Idîq û Textik ên Kobaniyê de çêbûye û otomobîla hatiye armanckirin jî ya HSDê bûye. Li gorî zanyariyên destpêkê, yek ji kesên hatine kuştin, fermandarekî hêzên HSDê ye. Li ser êrîşa ku ber bi vê êvarê ve hat kirin, heta niha HSDê daxuyaniyek nedaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin