HDP dê hefteya bê namzedê Serokkomariya Tirkiyê eskere bike

HDP dê hefteya bê namzedê Serokkomariya Tirkiyê eskere bike

PeyamaKurd– Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ragihand ku ew dê namzedê xwe yê serokkomariyê 4ê Gulanê eşkere bikin.  

Pervîn Buldan di çarçoveya karûbarên hilbijartinan de li Colemêrgê ji endamên partiya xwe re axivî.

Buldan diyar kir, ku HDP partiya Kurdan, Tirkan, Laz, Çerkez û Ereban e û derbarê namzedê partiya xwe de jî wiha axivî:

“Namzedê me dê kesekî wisa be ku bikare Tirkiyê himêz bike, pirsgirêkên Tirkiyê çareser bike, hezkiriyê azadî, demokrasî, wekhevî û aştiyê be.”

 

Hevseroka HDPê da zanîn, ku ew dê roja 4ê Gulanê navê namzedê xwe ji raya giştî re ragihînin.

 

Buldan got: “Roja 4ê Gulanê dê Tirkiye bêje ‘belê, vaye namzedê min ev e’. Bi vî awayî em ê li gel namzedê xwe yê serokomariyê û herwiha namzedên xwe yên parlamenteriyê derbikevin pêşiya civaka Tirkiyê.”

 

Ji aliyê din ve parlamentera HDPê ya Stenbolê Huda Kaya jî di dema serdana Êlihê de ragihand, ku ji bo namzediya serokomariyê ya partiya wan navê Selahattîn Demîrtaş li pêş e.

 

Kaya destnîşan kir, ku piraniya dengder û alîgirên HDPê jî piştgirî didin Demîrtaş.

 

Hêjayê gotinê ye, ku hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş jî ku niha di girtîgeha Edirneyê de ye, ragihandibû, ku eger partiya wî bixwaze ew dikare bibe namzedê serokomariyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin