PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Tehranê embareke moşekan a pasdarên Îranê ya girîng hatiye teqandin û wêneyê wê jî ji aliyê saziyeke navdewletî ya wêneyên asmanî tomar dike ve hatiye belavkirin.
Dezgeha bi navê Intel, wêneyekî Satellite belav kiriye ku nîşan dide bûyera li bingeha Supaya Pasdaran li Tehranê qewimî ye teqîneke bihêz bûye û beşek ji avahiyê hilweşiya ye ku tê gotin ew embara moşekan e.
Dezgeha Intel daye zanîn, ew cihê hatiye teqandin navenda koma Pîşesazî Ya Şehîd Hîmet e, ku navendeke nihênî ya moşekên Supaya Pasdaran e. Sala 2005ê Amerîka ew koma pîşesazî xistibû di nava lîsteya dorpêçan.
Intelê diyar kiriye, wêneyê roja Şemyê nîşan dide ku avahiya wê bingeha Supaya Pasdaran silamet e, lê roja piştre ku wêne girtine, beşeke wê avahiyê wêran bûye. Ew jî nîşan dide ku teqîneke bihêz bûye sedema wê bûyerê.
Berpirsên Îranê û Supaya Pasdaran ti hûrgiliyeke wê bûyerê eşkere nekirine, lê belê tenê gotine ku bi sedema agirpêketinekê du endamên wan can dane û yek jî birîndar bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin