NY: Bo Korona 10,3 milyar dolar alîkarî ji hin welatan re pêwîst e

NY: Bo Korona 10,3 milyar dolar alîkarî ji hin welatan re pêwîst e

PeyamaKurd – Ji bo tekoşîna li dijî Korona ya hin welatên rewşa wan xerab e, Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, 10,3 mîlyar dolar alîkarî pêwîst e.

Li gor Cîgirê Sekreterê Giştî yê Alîkarîya Mirovî ya NY’ê Mark Lowcock dîyar kir, divê ew bi lez û bez wê alîkariyê kom bikin.

Herwiha Lowcock got, heger ew bi lez û bez tevnegerin, ew ê bi ‘’trajedîyeke mezin’’ re rûbirû bimînin.

NY’ê di dawiya meha Adarê de dabû zanîn, bo têkoşîna li dijî vîrusa Korona ya li 40 welatan bi qasî 2 mîlyar dolar hewce ye û banga alîkariyê kiribû.

Wê rêxistinê di meha Gulanê de dabû zanîn, 6,7 mîlyar pêwîst e lê heta niha bi qasî 1,67 mîlyar dolar hatiye komkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin