PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li qezaya Şareban a parêzgeha Diyalayê bombeyeke çandî bi wesayîteke milîsên Heşda Şeibî de hatiye teqandin ku di encamê de 2 milîsên Heşda Şeibî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya BasNewsê Berdevkê Rêveberiya Polîsê Diyalayê Nîhad Mihemed ragihandiye ku îro roja yekşemê li demjimêr 12:00an li ser rêya Şareban, bombeyek çandî bi otombîleke çekdarên Heşda Şeibî de teqiya û di encamê de di 2 serbazên Heşda Şeibî birîndar bûne.
Nîhad Mihemed daye xuyakirin ku piştî teqînê hêzên emnî çûne herêmê û birîndar ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin